Hozan Brader: Hunermend rewsenbîrê gelê xwe ye

Hozan Brader: Hunermend rewsenbîrê gelê xwe ye

PeyamaKurd - Hozan Birader bi muzîk û hunera xwe ketiye dilê kurdan, bi salan e bûye dengê netewê xwe û kul û derdê Kurdistanê bi awaz û newayeke şîrîn li dinyayê belav dike.

Hozan Brader bi wî dengê xwe yê zîz û zelal, kûr kûr dinale û dikeve nava dilên xemdar. Şîn û şahiya Kurdistanê ji hemî kêzik û kulîlkan û dar û deviyan re distre.

Hunermendê dilsoz û dilşewatê neteweya xwe Hozan Brader ji PeyamaKurd re dilê xwe vekir û bersiva pirsên me da.

Mamoste tu ji bo gelê Kurd bi rastî jî hozanekî pir hêja yî. Ji kerema xwe ji me re bêje, te kengî û çawa dest bi karê muzîkê kir?

Dema te xweş be. Bavê min dengbêj bû.

Dikarim bêjim min çavê xwe li civata bavê xwe vekir kû tije muzîk bû. Ew ji min re qonaxa yekê ye kû cewhera bi min re û ew cewhera li civata bavê min hevdû hembêz kir. Di wê civata kû bavê min kilam û destan û serpêhatî digot, eşqa muzika Kurdî bi min re mezin bû.

Gelek qonaxên çê bûn kû gihîştim qonaxa îro.

Tu dikarî mînakekê ji wan qonaxan bidî?

Carekê çerçîyek hate gundê me. Me jê re digot Mihemed Emînê Ettar. Wek mini markêtek seyar bû. Li ser pişta kerê xwe digerand. Min pêlava xwe bi dudikekê da û êdî enstrumenek min çêbû. Ev ji min re qonaxek girîng e.

Çunkî min êdî deng ji hev naskirin bi xêra wê entrumentê.

Piştî kû ez çûme dibistana seretayî hêdî hêdî min enstrumentên din nas kirin. Mandolin û tembûr û yên din. Fêrî mandolîn û Tembûrê bûm wê demê.

Edî min deng bêhtir ji hev nas dikirin û bi Kurdî û Turkî min stran digotin.

Heta kû li bajarê Wanê ketim zindanê ji ber muzika Kurdî; min hem Kurdî hem Turki stran digotin. Lê di zindanê de min biryar da kû êdî tenê îcraata xwe bi Kurdî bikim. Ev jî qonaxek gelek girîng bû ji bo min ku bibim hunermendek Kurdistanî.

Weke ku tu dizanî, muzîka Kurdî û siyaset bi hev ve girêdayî ye. Hinek stranên te bi xwe jî siyasî ne. Tu vê rewşê, ji bo muzîka Kurdî çawa dibînî?

Dema min û hunermendên jenerasyona min dest bi strana Kurdî kir rewş gelek dijwar bû. Kurdî stran gotin qedexebû. Ev jî tê wê wateyê ku stran bi Kurdî gotin wek manifesta sîyasî bû. Derdekî me yê popilîzmê tune bû.Cezayê strana Kurdî û siyaseta Kurdî yek bû. Ha te sîyaset kir, ha te bi Kurdî stran got. Li gor zagonên Turkîye li dadgehê tu sûcdar bû. Ji xwe me jî misyonek wisa da ser milên xwe ku bi stran peyamên siyasî bidin û gel şiyar bikin. Ev xebata me hê jî berdewam e.

Heta niha gelek kesan di stranan de qala termê Şêx Seîd kiribûn, lê Seîdê Kurdî an jî Seyîd Riza pir nedihatin rojevê. Di strana “Termên Windayî” de, te navê Seîdê Kurdî û Seyîd Riza jî gotiye. Bi piranî te ev stran bi kîjan nîyetê amade kir?

Min ew stran ji zû de çêkirîye. Lê min neweşand. Cara yekem sala 2009 bû bawer im kurê min xwend û min li hesabê xwe yê Facebook belav kir. Armanca min hersê termên kalikên me yên windayî tim di rojevê de bin û wefadarîya min li hember wan e.

Ji bo vê stranê we vîdeoklîbek jî amade kiriye. Gelo we bertekên çawa girtin?

Strana TERMÊN Windayî hem bi naverok û muzik û hem bi dîmenên xwe gelek bal dikşîne û tê heskirin.

Tu weke hozanekî Kurd, bêhtir ji kîjan terzê muzîka Kurdî hez dikî û bêhtir li kîjan stranbêjî guhdarî dikî?

Min xwe li ser dengbêjiyê ava kirîye û gelekî ji dengbêjiyê hez dikim. Lê ne dengbêj im.

Xebata min, rengê min; avakirina muzikek nûjen e lê bingeha min dengbêjî û muzika gel e yanî modern folk muzîk.

Ji ber k u rewşa gelê Kurd niha pir ne baş e, li gorî te çi wezîfe dikeve ser milên hozanên Kurdan?

Hunermend rewşenbîrê gelê xwe ye. Dema êş û xweşîya gelê xwe dibîne bi hestên xwe di meyîne û pêşkêşî gelê xwe dike. Gerek e nebe dengê alîyek siyasî û zirna partîyan lê nede. Gerek e bi fikr û ramanê xwe netewî be û bê alî û bê tirs be. Wê demê wê herkes rêzê lê bigire.

Li gel muzikê tu karê sinema û şêwekarî (wênevanî) jî dikî. Tu çawa ket nava van karan?

Karê şêwekarî bi karê muzikê re dest pê kirîye. Hê jî berdewam e. Lê ji ber muzik li pêş e, şêwekarîya min amator ma.

Gelek tabloyên min hene.

Sînemayê li Holandayê di sala 1995an de bi filmekî li ser penaberan dest pê kir û berdewam e. Sala 2007an jî li gel Hollandîyan min 2 salan karê şanogeriyê kir. Li seranserê Holanda û Belçikayê û New York, Stanbul û Urdun 200 carî em derketin ser dikê.

Sala filmê herî dawî kû min tê de rola bav li gel Halima Îlter û Feyaz Duman leyistîye bi navê ZAGROS e.

Di dawiyê de tiştekî ku tu dixwazî bibêjî heye?

Serkeftin ji bona we û xwendevanan dixwazim. Silav û rêz.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin