Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar da navê partiya xwe biguherîne

Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar da navê partiya xwe biguherîne

PeyamaKurd –  Komela Îslamî ya Kurdistanê, biryar da navê partiya xwe biguherîne û navê wê bike "Komela Dadgerî ya Kurdistanê."

Di roja duyem a Kongreya Çarem a Komela Îslamî de, bi piraniya dengên endamên kongreyê, Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar da, navê xwe bike Komela Dadgerî ya Kurdistanê.

Di çarçoveya kongreya çarem de, ji 68 namzetan, 22 endamên nû yên serkirdetiyê hatin hilbijartin.

Herwiha di kongreyê de, nasnavê rêberê partiyê jî ji “Emîr” bo “Serok” hat guhertin û biryar e Komel gotûbêjên zêdetir li ser peyrewa navxwe ya partiyê bike û guhertinan encam bide.

Elî Bapîr  di roja yekem a kongreyê de, weke Serok hat hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin