Rûsya li bajarê Hersonê xist: 8 kustî û 58 birîndar

Rûsya li bajarê Hersonê xist: 8 kustî û 58 birîndar

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê meha berê ji bajarê Hersonê yê Ûkraynayê vekişiyabû û îro êrîşên hewayî bir ser bajarê Harsonê û di encamê de 8 kes mirin û 58 kes birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê şêwrimendê wezîrê karên hundir yê Ûkraynayê Anton Geraşenko de hat kirin. Geraşenko ragihand ku di avahiyan de xesar çêbûye, erebeyên li ser rêyan nema tên bikaranîn.

Serokê Ûkraynayê Zelenski jî ragihand ku li deverê baregehên leşkerî tine ne û weha dewam kir:

“Platformên medya civakî bi îhtîmaleka mezin wê wêneyan bi hessasî îşaret bikin. Lê ev ne hesasiyete jiyana rastî ya Ûkraynaye. Ev terore, tirsandine û kuştina ji bo zewqê ye. Divê dinya bizanibe em li hemberê zilmeka çawa şer dikin û bibine da fam bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin