1 mîlyon mirov bi korbûnê re rû bi rû ne

1 mîlyon mirov bi korbûnê re rû bi rû ne

PeyamaKurd- Doktorê Tirkiyê yê bi navê Ziya Kapran behsa diyabetê û encama nexweşîna diyabetê kir. Kapran di nivîsa xwe ya zanistî de dibêje ku ew nexweşên diyabetê (şekir) ne, di serî de şekir bandorê li tebeqa retînayê ya çavên wan dike û weha dewam dike:

“Li dora 1 mîlyon kes li Tirkiyê hene ku dixebitin, nexweşên diyabetê ne û bi korbûnê re rû bir û ne. Ji 11 mîlyon nexweşên diyabete %10 ê wan nexweşên retînayê ne û her dem dikarin kor bibin.”

Kapran got ku di dinyayê de 300 mîlyon kes nexweşên diyabetê ne û piştî 20 salan wê ev jimare bigihê 1 mîlyarî. Doktor sedema nexweşînê, bi terzê jiyana wan ve girêda û got divê wê terza xwe biguherînin, yên li ser masê ne bêhtir tevgeran bikin. Yên ser masê bi sedema ku dixun û vedixun lê hereket nakin, talûka korbûna çavên wan zêde ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin