PeyamaKurd – Namzedê parlementeriyê yê AKP ku li Diyarbekir di rêza yekem de ye Galip Ensarioğlu li ser ‘Pêvajoya Çareseriyê’ di tv. ya Medyascopê de ji bo peyamnêr Ferit Aslan axifî. Li ser ku AKP çûye Îmraliyê û bi serokê PKK ê Abdullah Öcalan re axifiye got ku;
“Dewlet daîma bi Öcalan re diaxife. Eger Öcalan dixwaze destekê bide yekîtî û axa Tirkiyê û dewlet jî pê bawer be, dewlet wê hevdîtinan dewam bike. Eger PKK dest ji sîlihan berde, dibe ku pêvajoyeka nûh bê plankirin. Lê îro HDP û Kandîl bi xwe temamê şertan ji ortê radike. Yanî yê Öcalan tecrîd dike dewlet nîne, yê Öcalan tecrîd dike Kandîl û HDP ne. Yên ku pêvajoyê sabote dike û nahêle bibe, rola Öcalan ber bi hewa dixe ew bi xwe ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin