PeyamaKurd- Li bajarê Kurdistanê li Maraşê li gunda, di navbera hêzên asayîşa Tirkiyê û çekdarên PKKê de şer derket. Di encamê de 1 çawîşê pirpor û 1 jî cerdevan bi temamî 2 kes hatin kuştin.
Şer li devera navçeya Nûrhaqê, li Çiyayê Engizekê çêbû. Serê sibê li gor agahiya ku hêzên asayîşê distînin, grûbeka PKKê li deverê tê dîtin û li deverê operasyon didin destpêkirin.
Bi desteka cerdevanan, siet li 11ê nîvro dest bi operasyonê dikin û ji hêzên dewletê 2 kes tên kuştin.
Li deverê şer û pevçûn dewam dike. Desteka leşkerî û ya tenduristiyê bo deverê hatiye şandin. Birîndarên ku çêbûn, bi ambûlansan wan birin nexweşxaneyan. Şer û pevçûn dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin