PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevgirtina Pêşmerge wê dîsa berpirsên PDK û YNKê, fermandeyên yekîneyên 70 û 80 û berpirsên Wezareta Pêşmerge bicivîne.
Fermandeyê yekîneya 70 ya Pêşmerge, ku wek “pêşmergeyên YNKê” tên binavkirin, Mistefa Çavreş ji medya Kurdistanê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê sibê bo cara duyemîn bi berpirsên PDK û YNKê û Wezareta Pêşmerge her wiha fermandeyên yekîneyên 70 û 80yî re bicive.
‘Rojeva Civînê hevgirtina Pêşmere ye’
Mistefa Çavreş her wiha got, rojeva civîna sibê jî mîna civîna hefteya borî, hevgirtina Pêşmerge ye. Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku ew dixwazin hêzên Pêşmerge bibe artêşeka niştimanî û got, bila êdî nebêjin pêşmergeyên YNKê yan jî yên PDKê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ,Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hefteya borî jî bi berpirsên PDKê û YNKê, fermandeyên yekîneyên 70 û 80 her wiha berpirsên Wezareta Pêşmerge re li ser hevgirtina hêzên Pêşmerge civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin