Ji NYTê îdiayeke flas: Amerîka 120 hezar lesker disîne…

Ji NYTê îdiayeke flas: Amerîka 120 hezar lesker disîne…

PeyamaKurd  – Tê îdiakirin ku Amerîka 120 hezar leşkerî dişîne Rojhilata Navîn û dê li dijî Îranê bergiriyên girîng werbigre. Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan pêncşema borî plana ewlekariyê ya astbilind pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Di heman civînê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Bolton, Seroka CIAyê Gina Haspel, Serokê Daîreya îstixbaratê Dan Coats û Sererkanê Amerîkayê General Joseph Dunford jî amade bûn.


‘ÎDIA EW E KU DÊ 120 HEZAR LEŞKER BÊN ŞANDIN’

Li gorî nûçeya New York Timesê ku PeyamaKurd wergerandiye kurdiyê, li ser îhtimala ku Îran hebûna xwe ya atomî zêde bike û êrîşî hêzên amerîkî yên li Rojhilata Navîn bike, Amerîka bi biryar e 120 hezar leşkeran bişîne.

NYT eşkere kiriye ku ne zelal e bê Amerîka dê hejmareke zêdetir a leşkerî bişîne Rojhilata Navîn yan na.

Ev hejmar (120 hezar) miqabilî hejmara leşkerên amerîkî yên dema şerê Iraqê ya sala 2003yan e, lewma ji ber biryarê gelek amerîkî şok bûne.


‘RAGÊŞIYÊN DEMÊN DAWIYÊ’

Di planên rojane yên leşkerî yên Amerîkayê de nayê çaverêkirin ku mudaxeleyî Îranê bê kirin. Tê gotin ku ev yek ji ber rûdan û ragêşiyên demên dawiyê derketiye holê. Di demên dawiyê de Washington, Îranê wekî kujerê kuştina bi sedan kesan tohmetbar dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Amerîka meha borî Yekîneya Muhafizên Şoreşa Îslamî ya Îranê wekî rêxistina terorê ragihandibû.

 Piştî gava Amerîkayê ku Hêzên Şoreşa Îslamî weke ‘rêxistina terorê’ pejirandibû, Îranê jî bi heman şêweyî bersiv dabû Amerîkayê. Meclisa Îranê hemû hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn weke ‘rêxistina terorê’ qebûl kiribû

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin