PeyamaKurd - Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê derbarê kelepçekirina mamosteyê Kerkûkê de ragihand, ew pêdaçûnê di wê dosyê de dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê amûreya hatiye şikestin xercê wê ew bixwe qerebû dike.
Roja 13ê vê mehê pêketiyeke Koronayê bi navê Muna Îsmaîl ji ber nemana oksîjenê canê xwe ji dest da, di dema wê bûyerê de hevjînê wê Mihemed Kerîm ku mamoste ye bi textê wê ve tê kelepçe kirin û hevjîna wî li ber çavan canê xwe jidest dide. Rêveberiya Nexweşxaneyê wî bi şikandina amûreke bijîşkî tomarbar dike. Wê bûyerê jî bandor û bertekên mezin li dû xwe anî.
Di wê derbarê de Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Heme Seîd Salih di daxuyaniyekê de ragihand, piştî wê bûyerê, wî pêwendî bi Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Federal a Iraqê re kir û wan ew dosya gihandin Wezîrê Tendirustiyê ya Iraqê û wî jî biryara lêkolîneke cidî di wê derbarê de daye.
Wezîrê Perwerde tekez kir, ew berdewam dibe bi lêkolîn kirina di wê bûyerê de û bi her awayî piştevaniyê li wî mamosteyî dike û heger mamoste Mihemed kerîm dosyeke yasayî tomar bike, ew dîsa piştevaniyê jê re pêşkêş dikin û çi tiştê pêwîst be jî dikin.
Wezîrê Perwerdê di daxuyaniya xwe de got: “Ji mamoste Mihemed û malbatê re dibêjim, ji bo dana ziyana darayî ya wê amûreya bijîşkî ya şikestî jî ew bi tenê nabin û Birêz Mesrûr Barzanî ziyana darayî ya wê amûrê girtiye ser xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin