Îran | General Mensûrî xwe nekustiye, hatiye înfazkirin...

Îran | General Mensûrî xwe nekustiye, hatiye înfazkirin...

PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku Generalê Îranê Kudretullah Mensûrî ku Hêza Pasdarên Îranê ragihandibû, dema çeka xwe paqij kiriye bi serê xwe de teqandiye û miriye, bi hinceta ‘sîxurtiya Amerîkayê’ hatiye kuştin.

Li gor çavkaniyên medya Îranê, Mensûrî demek berê perwerdekarê milîtanên El Qaydê bûye û bi hinceta ku wî agahiya perwerdekirina milîtanan bi awayekî gihandiye Amerîkayê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêza Qûds Qasim Suleymanî lêpirsîn li ser hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku Tuggeneral Kudretullah Mensûrî bi sedema ku agahiya perwerdekirina milîtanên El Qaydê gihandiye Amerîkayê hatiye kuştin.

Çavkaniyên medya Îranê didin zanîn ku Mensûrî bi hinceta ‘ajantiya Amerîkayê’ hatiye înfazkirin û ji bo kuştina wî bincil bikin jî nûçeya ku bi çeka xwe hatiye kuştin belav kirine.

Herwiha heman çavkanî dibêjin, li Îranê ti fermandarek çeka xwe paqij nake ku bi çeka xwe wisa were kuştin û bi guleyekê ji serê wî ve kuştina wî jî cihê gumanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin