PeyamaKurd – Li bajarê Entabê li navça Şehitkamilê otobusa şaredariyê li ber lebma sor rawestiyabû û otobusa taybet ya ku di nav bajêr de rêwiyan dibe û tîne ji paş de li otobousa şaredariyê xist.
Li ser qezayê rêwiyên di otobusa taybet de bûn, di nav otobusê de ketin erdê û di encamê de 9 kes birîndar bûn. Li ser agahiyan tîmên 112 ê û polîs çûn ciyê qezayê. Birîndaran birin nexweşxaneyan û wan tedawî kirin. Di nav birîndaran de kesekî ku birîna wî giran be tineye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin