PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê bi şandeke Netewên Yekbûyî ya bo karûbarên lêkolînkirina tawanên DAIŞê re civiya.
Di civîna ku bi serokatiya şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî bo Rêgirîkirina li Komkujiyan Adama Dieng pêk hat de, behsa rewşa koçberan, tawanên DAIŞê û sedema venegera koçberan li ser cihên xwe kir û tekezî li girîngîpêdana zêdetir bi mafên pêkhateyan di destûra dahatû ya Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Şanda mêvan kurteyek derbarê armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, serdana wan a meydanî ji navçeyên ziyan ji şerê DAIŞê gihîştine û dîtina qurbaniyên destê DAIŞê û malbatên wan, komkirina belgeyên tawanan û dadkirina tawanbaran pêşkêş kir.
Şandê hewl û rola Herêma Kurdistanê bo vehewandina koçberan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji wan re û rêxweşkirina bo tîmên navdewletî yên lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de bilind nirxand.
Di civînê de Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Navdewletî ya Lêkolînkirina di Tawanên DAIŞê de li Iraqê Esed Kerîmxan, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Hat ragihandin ku her du aliyan li ser beşdarîkirina pêkhateyan di desthilatê de û derxistina yasaya tawanan li Iraqê ku hêsankarî ji tîmên navdewletî re bike, li hev kirin.
Herwiha her du aliyan li misogerkirina pêkvejiyan û aştiyê, avakirina baweriyê û pêwendiyê di navbera pêkhateyan, sûdgirtina ji ezmûnên welatan di çareserkirina van pirsgirêkan de, girîngîpêdana bi babeta pêkvejiyan û lêborînê di warê perwerde û fêrkirinê de li Iraqê hevnerîn bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin