Metropoll: Rayên Kurdan wê encama hilbijartinê tayîn bikin!

Metropoll: Rayên Kurdan wê encama hilbijartinê tayîn bikin!

PeyamaKurd- Rêvebirê Şirketa Metropollê a Lêkolînê Ozer Sencar got ku Rayên Kurdan wê encama hilbijartina 24ê Hezîranê tayîn bikin.

Ozer Sencar wiha berdewam kir: Li Tirkiyê 55 mîlyon ra hene. Ji van rayan ji sedî 18 jî rayên Kurdan in. Ji ber vê yekê jî tercîhên Kurdan wê encama hilbijartinê eşkere bikin.

Sencar got ku “Kî bixwaze ku li hember AKPê rabe, divê li rayên Kurdan xwedî derkeve. Ew namzetê ku rayên Kurdan nestîne, ti caran nikare bi ser bikeve. Divê Meral Akşener jî ji bo rayên Kurdan stratejiyekê pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin