Li gorî malpera Rêveberiya Xweser, Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid daye zanîn, ji bo pêkanîna daxwazên gel, ew ê îro Çarşemê civîneke awarte li dar bixin û biryara 119 careke din di ber çavan re derbas bikin.
Rêveberiya Xweser, du roj berê nirxê hemû madeyên Sotemeniyê ji Mazot, Xaz û Benzînê bilind kirin û hişt ku nerazîbûneke mezin di nava gelê herêmê de çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin