Cibûrî: Hewla kustina Helbûsî hatiye dan

Cibûrî: Hewla kustina Helbûsî hatiye dan

PeyamaKurd -  Serokê Partiya Weten û parlamenterê berê yê Iraqê, Meşan Cibûrî dibêje, bi moşekê êrîşî cihê nîştecihbûnê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hatiye kirin.

Meşan Cibûrî di twîttekê de ragihand, ew moşeka li li navçeya Cadiriye ya Bexdayê ketiye xwarê, baregeh û cihê nîştecihbûna Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kiriye armanc û wateya vê ev e, ew aliyê ku pêştir gef li Helbûsî kiribû, gefa xwe pêk anî.

Meşan Cibûrî di vê peyama xwe ya li ser twîtterê de bi awayekê nerasterast amaje bi Hizbullaha Iraqê kiriye, ku pêştir gef li Mihemed Helbûsî kiribû. Ji aliyê din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kiriye, mûşekek li navçeya Cadiriye li navenda bajarê Bexdayê ketiye xwarê, lê belê tu zirarên canî çênebûne.

Di dawiya meha bor’i de, bi rêya nameyekê gef li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hatibû kirin, ku navborî siyasetmedarekî sunnî yê Iraqê ye. Her hingê yek ji serkirdeyên Yekîtiya Hêzên Iraqî, Sebah Kerbûlî ragihand, Hadî Amirî û serkirdeyên din ên Heşda Şeibî derbarê van êrîşan de lêkolîn kirine.

Bi gotina Kerbûlî, gefên li dijî Helbûsî ji ber helwêsta wî di meseleya nakokî û rikeberiyên navbera Amerîka û Îranê de ye. Li gor lêkolînên ku serkirdeyên Heşda Şeibî derbarê gefa ser Helbûsî de encam dane, derketiye holê ku nameya gefê dirûşma Hizbullaha Iraqê li ser hebûye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin