Serok Barzanî: Ji bo pêsxistina pêwendiyên Fransa û Kurdistanê ti sînorek nîne

Serok Barzanî: Ji bo pêsxistina pêwendiyên Fransa û Kurdistanê ti sînorek nîne

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê li Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtina ku Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Cîgirê Konsolê Giştî yê Fransa Patrice Leroy tê de amade bûn, Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêr, silavên Serok û Wezîrê Derve yê Fransa bi Serok Barzanî gihandin û xweşhaliya xwe jî bi hebûna aramiya li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.

Konsûlê Fransayê bi Serok Barzanî ragihand, ku welatê wan bi erênî ve temaşa baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Herwiha ragihand aramiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Fransa ve girîng e û welatê wan dixwaze peywendiyan bipêş bixe û li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê de jî berdewam bike.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî li Serok û Wezîrê Derveyê Fransa kir û hêviya serkeftinê ji bo Konslê nû yê Fransa li Hewlêrê xwest. Ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dostanî û dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Fransayê, spasî li Serok û Hikûmetên Fransayê kir ku di rojên teng û şerê li dijî DAIŞê palpiştê gelê Kurdistanê bûne û diyar kir ku ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de tu ban û sînorek tune ye.

Gefa teror û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê û herwiha rewşa Sûriyê, çend mijarên din ên vê hevdîtinê bûn û Serok Barzanî ji bilî derbirîna palpiştiya xwe ya ji bo destpêşxeriya Serok Macron ya li ser Sûriyê, dilgiranî û têbîniyên xwe jî yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriyê bi şanda mêvan ragihand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin