PeyamaKurd – Abdusselam Haniyeyê kurê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye diyar kir ku moşeka rêberî ya ku di kuştina bavê wî de li Tehrana paytexta Îranê hatiye bikaranîn, bi çavdêriya sînyalên telefonên destan hatiye birêvebirin.
Li gor nûçeya ku li El Arabiyeyê hat weşandin Haniyeyê ku derbarê sûîqestê de daxuyanî da diyar kir ku moşeka rêberî ya ku bû sedema mirina bavê wî bi sînyala telefonê hatiye arastekirin.
Haniyeyê diyar kir ku ew nafikirin ku bombeyek bibe sedema mirina bavê wî û wiha got: “Parêzevan û şêwirmendên din çend metre dûrî oda bavê min rûniştibûn, ji ber vê yekê diyar bû ku eger avahî hebe wê hemû avahiyan biteqîne. Ez difikirim ku gotegotên ku di odeyê de bombe heye bi tevahî bêbingeh in."
Heniyye derbarê oda ku serokê Hamasê lê dima bi moşekê hat hedefkirin wiha got:
“Moşeka rêberî bi şopandina telefona desta ya bavê min, ku şeva beriya bûyerê li odeya wî û li nêzîkî serê wî hatibû dîtin, hat rêve kirin. Bavê min bi telefona xwe ya desta beşdarî merasîmeke fermî bû, lewma ev operasyon ne zêde tevlihev bû.
Min û bavê xwe wê rojê gelek telefon kirin. "Ez difikirim ku wî şeva şehîd bû heta saet 22.15an bi awayekî aktîf telefona xwe bi kar dianî."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin