Singal | PKK û Hesda Seibî rêveberiya hevbes ava kirin

Singal | PKK û Hesda Seibî rêveberiya hevbes ava kirin

PeyamaKurd – Qeymeqamê Şingalê yê bi wekalet Fehd El-Hemîd diyar kir ku li Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî, fermandarên PKKê û nûnerên sûnî û ereban ve Konseya Rêveberiya Şingalê hatiye avakirin.

El-Hemîd daxuyakirin, Said Mulhem di rêveberiya hatiye avakirin de bûye serok û Qasim Fik Fik û Semir Derwîş jî wekî cîgirên serok hatine destnîşankirin.

Fehd herwiha da zanîn ku armanca konseyê diyarkirina qeymeqamê nû yê Şingalê û berpirsên nehiyeyên Şingalê ye.

Li aliyê din Serokê Partiya Demokrata Êzidî Heyder Şeşo ragihand ku ew ji vê rêveberiya nû  qebûl nakin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin