PeyamaKurd - Li Azez a Sûriyê şervanên YPGê êrîşî baregeha Artêşa Tirkiyê (TSK) kirin. Di encama wê êrîşê de leşkerekî tirk mir û 5 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşkerên tirk ên birîndar di deriyê Oncupinarê ve birin Tirkiyê û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tirkiyê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkî êrîş piştrast kir û li gorî zanyariyên medya tirkî, hêzên TSKê herêmê dide ber top û guleyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin