PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di çarçova xebaten hilbijartinan de hat Mêrdînê û li mitînga partîya xwe de de axivî.
Erdogan wiha got: ”Mê gelêk xizmet ji Mêrdînê kirinê û ev li terore li HDPê nabin. Piştî qayyume rûye Merdînê hat guhartin. Belê ev wan şarederan PKKê piştgirîya wan kirî xendek qolan û jîyan li welatîyan kirin jehr. Li nisebînê, kerboran û derikê ev rê u cihen hatîn xirakirin dîsa me çekirin. Reya şemendefirê eme ji Stenbolê heta xabure dirêjbikin. Em bendava Ilisuye ya nezî Kerboranê jî berdewam çedikin û 8 milyar û nîv dolar me xerckirine û ji hezîranê pê de eme ave lê bigrin. Aramî li Mêrdînê berdewam bike geştîyar ve zedêtir bibin. Tenê desture nedin terore be wan deran cihe ku teror lê hebê geştîyar jî nayen kar jî li wan cihan naye kirin. Sala çûyî 332 hezar geştîyaren navxweyî û bîyanî li Mêrdînê razanê.”
Erdogan rexne li HDPê kirin u wiha berdewam kir: ”Ji sala 1984an pê de rexistina terorî hat damezrandin û zirara herî mezin daye Kurdan. Yen li hemberî hezên ewlehîye ne karîn birekinin zirar dane welatîyen masum. Niha derevek derxistine û dibêjin min gotîye yên dengê xwe didin HDPê terorîstîn. Niha Meral Akşener jî dibeji min gotiye xelke Denîzlî terorîstin tu çikas jinek be edebî.”
Erdogan paşe dimenen axiftinên hevserokê berê ye Silhedîn Demîrtaş û revebiren HDPê da nîşanda û wiha berdewam kir: ”Hevserokê HDPê dibêji li Kurdistanê dengê xwe bidin HDPê li Tirkîyê Kurdistan tuneye tu gelêk mereqî here ev Kurdistanek li Îraqê heye herê wederê. Yek derdikeve dibejê li pişta me PKK, PYD, YPGê heye ma ev ne terorîstin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin