Rojava | 677 birîndar û 235 welatiyên sivîl jî can dan

Rojava | 677 birîndar û 235 welatiyên sivîl jî can dan

PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Ciwan Mistefa, diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li bajarê Serêkaniyê, bajar 5 roj in dorpêçkirî ye û hejmara birîndarên sivîl gihiştiye 677an û di navde 22 zarok bi giştî 235 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. 

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa û Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm li Hesekê bîlançoya kesên di êrîşên Tirkiyeyê de daxuyanî dan.

Ciwan Mistefa got: "Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên tenduristiyê yên bajarê Serêkaniyê kirin hedef. Di encamê de ji xizmetê derketin. Bajarê Serêkaniyê ev bû 5 roj in di nav dorpêçê de ye. Bajar bi temamî hatiye dorpêçkirin. Bi dehan birîndar di nexweşxaneyê de û hejmarek mezin a şehîdan di bin enqazan de hene."

Ciwan Mistefa eşkere kir, hejmara birîndaran derdora 677e, ya şehîdan jî 235 e û di nav de 22 zarok hene."

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm jî da xuyakirin: "Em niha bi kerasteke mirovî re rû bi rû mane. Zêdetirî 300 hezar kes li bajarên ser sînor di nav malên xwe de ne. Di bajarê Hesekê de 42 dibistan hene tijî şênî ne. Ji dîroka 9ê Cotmehê ve av li ser bajarê Hesekê qut bûye ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok a bajarê Serêkaniyê kir hedef."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin