PeyamaKurd - Artêşa Almanyayê perwerdeyên leşkerî yên ji bo hêzên Iraqê radigre, lê perwerdeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam bikin.
Biryara artêşa Almanyayê roja (01.03.2020) hatiye bicîhanîn û perwerdeyên ji aliyê şêwirmendên Almanyayê ve ji hêzên Iraqê re dihate dayîn bo 14 rojan hatiye ragirtin lê perwerdeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam be.
Ragirtina perwerdê ji hêzên Iraqê re ji aliyê artêşa Almanya ve ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) ya li Iraqê ye.
Li gor agahiyên berdest, ragirtina perwerdeyên artêşa Almanyayê ya perwerdeyan hêzên Pêşmerge yên li binkeyên perwerdeya Hewlêrê li xwe nagre û şêwirmendên Almanyayê dê perwerdeya Pêşmerge berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin