Rûsya: Em gav bi gav ber bi Serê Sar ve diçin

Rûsya: Em gav bi gav ber bi Serê Sar ve diçin

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Almanyayê bicihkirina mûşekên krûze yên menzîl dirêj, hewldana tepisandina Rûsyayê ye û got: "Em gav bi gav ber bi Şerê Sar ve diçin."

Peskov di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala Rûsyayê Rossiya-1 de, vê biryara DYAyê ya di 2026an de li Almanyayê bicihkirina mûşekên Kruzê yên dûravêj nirxand.

Peskov balê kêşa ser geşedanên di derbarê biryara DYAyê û got: "Almanya, DYA, Fransa û Brîtanya rasterast beşdarî pevçûnên li Ûkraynayê dibin. Ev hemû ji bo tepisandina welatê me û misogerkirina têkçûna me ya stratejîk a li ser Ûkraynayê tê kirin."

Peskov diyar kir ku geşedan nîşaneyên Şerê Sar dihundurînin û got: "Em gav bi gav ber bi Şerê Sar ve diçin. Salên berê jî geşedanên bi vî awayî çêbûbûn."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî di daxuyaniya xwe ya îro de destnîşan kir ku wê Rûsya, li hemberî vê biryara DYAyê bersiveke leşkerî bi pêş bixe.

Li gorî daxuyaniya hevpar a DYA û Almanyayê ya duh hat dayîn, ji sala 2026an û pê ve, wê mûşekên krûzê yên Tomahawk û çekên din ên menzîl dirêj li Almanyayê bêne bicihkirin.

Cara dawîn ku DYAyê di salên 1990î de çekên dûravêj li Almanyayê bi cih kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin