Îsraîl: “Rêkeftina Îran û Sûriyê binpêkirina xetên me yî sor e”

Îsraîl: “Rêkeftina Îran û Sûriyê binpêkirina xetên me yî sor e”

PeyamaKurd - Wezîrê Îstîxbarat û Gihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand, ku Îran û Sûriyê bi rêkeftina xwe ya nû “xetên sor” derbas kirine û gefa lêxistina armancên herdu welatan xwar.

Piştî rêkeftina di navbera Îran û Sûriyê de Wezîrê Îstîxbarat û Gihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got: “Ev rêkeftin tê wateya binpêkirina xetên me yên sor e.”

Katz amaje bi wê yekê kir, ku hikûmeta Îsraîlê gelek caran eşkere kiriye dê pêgehên Îranê yên li Sûriyê ji holê rake û diyar kir: “Îsraîl dê nehêle Îran li Sûriyê bicîh bibe. Em ê bi hemû hêzên xwe li dijî Îran a gefok bisekinin.”

Wezîrê îsraîlî ji bo Beşar Esed jî got: “Heke parastina hêzên Îranê bike dê ew bi xwe berpirsê encaman be.”

Ji aliyê din ve Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Moşe Kahlon jî li ser tora civakî ya Twitterê ragihand, ku di navbera Amerîka û Îsraîlê de ji bo cîbicîkirina zextên li ser Îranê komîsyoneke hevbeş hatiye avakirin.

Kahlon anî ziman: “Êdî dem hatiye zextên li ser Îranê werin xurtkirin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin