Serokê Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Em ê sibê li Efrîn û Cindirisê bin

Serokê Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Em ê sibê li Efrîn û Cindirisê bin

PeyamaKurd – Serokê Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) Musa Ahmed ragihand ku wê sibê karwanên wan yên alîkariyê bigihîje Rojavayê Kurdistanê bajarên Efrîn û Cindirisê. Musa Ahmed weha got:

“Ji bo karwanên me yên alîkariyê herin Efrîn û Cindirisê, Tirkiye pirsgirêkî mezin ji me re dernexist. Me hewlên xwe kir û ya girîng ev e: Wê karwanên me sibê bigihîjin Efrîn û Cindirêsê.

Xelkê me bende ye ku BCF xwe bigihîne wan. Çawa erdhej destpêkir baregeha serok Barzanî ji me re got ku em çawa alîkariya Herêma Kurdistanê dikin wê her weha em ê alîkariya ciyên ku erdhej lê çêbûye jî bikin. Bi heman şêweyê serokê Herêma Kurdistanê jî ji me re got ku ji destê me çi were divê em ji mexdûran re bikin. Serokê BCF ê Musa Ahmed do mêvanê Rûdawê bû û di ragihandina xwe de weha got:

“Herêma Kurdistanê yekem ciye ku ku alîkariyê şand herêma erdhejê. Tîmên me li ser daxwaza Tirkiyê xwe amade kirin. Bi taybetî di dema li herêmeka Kurdistanê felaketekî çêdibe, bi taybetî ji BCF ê alîkarî dixwazin. Me ji bo Riha û bajarên din tîmên alîkariyê amade kir. Ev tîmên me di mijara xida û yên din de rasterast dest bi xebatê kirin.

Em çawa ji malbata xwe re xizmetê dikin ji bo kesên mexdûrê erdhejê jî heman xizmetê dikin. Wezîrê karên navxwe yê Kurdistanê jî got ku em çawa xizmeta xwe dikin em ê yên erdhejzadeyan jî bikin. Wexta li Efrînê erdhej çêbû, me xwest em xwe bigihînin wê derê. Me îro xeberê sitend ku em ê karibin karwanên alîkariyê bişînin. Em xwe amade dikin ku sibê (îro) karwan bişînin Efrînê lê rewşa Tirkiyê jî niha xerabe û ji ber wê me amadekariya xwe li vê derê kir. Rê jî dirêje.

Me giraniya xwe da ser derman. Karwanê ku em ê sibê bişînin Cindirêsê, bi wan re zêdetir derman hene û wezareta tenduristiyê di mijarê de alîkariya me kir. Me giraniyê da bataniye, xida, av û çentên alîkariya yekem ya tenduristiyê. Koliyên alîkariyê hene û me pêdiviyên kesên ku nikarin li malên xwe bimînin da ber çav.

Karwanê ku em ê bişînin Cindirisê mezine û tê de 15-16 TIR hene. Em dixebitin da hinek pêdiviyan ji Tirkiyê bikirin. Heya pêdivî hebe em ê alîkariya xwe dewam bikin. Raste xelkê me bi felaketekî mezin re rû bi rû ye lê di nav xelkê me de riha yekîtiyê diafire. Felaketa li Helebçê û yên din me bi çavên xwe dît. Lê min nedît ku weka vê carê yekîtiya wan hebe.

Alîkariya me deng tîne. Ji 4 perçên Kurdistanê, Awrûpa û dinyayê bi telefonan li me digerin û dipirsin bê dikarin çi bikin. Xelkê Kurdistanê desteka mezin dide me û em jî bêhtir bi xwe bawer dibin. Alîkariya ku me şand bi desteka xelkê Kurdistanê ye. Em bi wan serbilindin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin