Amed | Li sûna saredarê HDPê mazbete dan namzedê AKPê

Amed | Li sûna saredarê HDPê mazbete dan namzedê AKPê

PeyamaKurd - Piştî biryara Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ku biryar dabû mazbeteyên şaredariyê nedin kesên bi KHKê ji kar hatine dûrxistin, li navçeya Baglar a Diyarbekirê mazbeteya şaredariyê bo namzedê AKPê yê bûye duyemîn hat dayîn.

Li navçeya Baglarê namzedê HDPê Zeyyat Ceylan di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de bi ferqeke mezin hilbijartin qezenc kiribû.

Saziya hilbijartinê bi hinceta ku bi biryarnameya hikmê qanûnê dema rewşa awarte ji mamostetiyê hatiye dûrxistin, şaredariya wî betal kir û mazbeteya şaredariyê da namzedê AKPê Huseyîn Beyogluyê ku di rêza duyemîn de bû.

Zeyyat Ceylan li Baglarê bi rêjeya %70,34ê dengan bi ser ketibû, lê bi biryara YSKê nekarî bi fermî bibe şaredar. Namzedê AKPê Huseyîn Beyoglu jî tenê %25,46ê dengan wergirtibû, lê YSKê mazbeteya şaredariyê da wî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin