Amerîka: Em li ser êrîsên li dijî Rojava gelekî bi fikar in

Amerîka: Em li ser êrîsên li dijî Rojava gelekî bi fikar in

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir: “Amerîka di derbarê êrîşên dawî yên sînorê Bakurê Sûriyê de, gelekî bi fikar e û bang dike ku hemû alî rêyên agirbestê biparêzin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, di derbarê êrîşên li ser Rojava gelekî bi fikar in.

Price di daxuyaniya xwe de fikara xwe wiha anî ziman:

“Amerîka di derbarê êrîşên dawî yên sînorê Bakurê Sûriyê de, gelekî bi fikar e û bang dike ku hemû alî rêyên agirbestê biparêzin. Em kuştina sivîlên li El Bab, Hesekê û cihên din bi tundî şermezar dikin. Em di hewla têkbirina mayînde ya DAIŞê û çareseriyeke siyasî ya îhtîlafa Sûriyê de berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin