PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî da xuyakirin, Nûnerê Amerîka li Herêma Kurdistanê ji rayedarên Kurdistanê re gotiye, “Amerîka ti carî Kurdistanê bi tenê nahêle”.
Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Kurdistanê Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê Felah Mistefa dawetî parlementoyê kir da ku li ser rewşa dawî ya pêwendiyên Amerîka û welatên din bi Herêma Kurdistanê re agahiyan bide.
Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî li ser mijarê daxuyaniyek da û got, ew agahî û daxuyaniyên Felah Mistefa dilxweşker bûn.
Babkeyî da zanîn, Felah Mistefa gotiye ku konsûlê giştî yê Amerîka li Hewlêrê ji wî re piştrast kiriye ku “Amerîka ti carî Herêma Kurdistanê bi tenê nahêle” û biryarên vê dawiyê yên Amerîka, bi taybet sekinandina vîze û perwerdeya Pêşmerge jî bandorê li ser Herêma Kurdistanê nakin, çimkî ew demkî ne û dê di demek nêzîk de dîsa aktîf bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin