Amerîka milyonek dolar ji bo pêsvebirina çandiniya Herêma Kurdistanê dabîn dike

Dîroka weşanê :
Amerîka milyonek dolar ji bo pêsvebirina çandiniya Herêma Kurdistanê dabîn dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Amerîka milyonek dolar ji bo pêşvebirina çandiniya Herêma Kurdistanê dabîn dike.

Li gor daxuyaniyeke Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê, ajans bi hemahengiya ligel dezgeha Top Mountain milyonek dolar ji bo geşepêdana çandiniya Herêma Kurdistanê heta dema 12 mehan dabîn kiriye.

Armanca bernameya geşepêdanê ya Amerîkayê ji bo sektora çandiniya Herêma Kurdistanê, piştevanîkirin û pêşvebirina projeya bazirganiya biçûk û navend a di warê çandinî û bazirganiya taybet de ye.

Beriya niha di gotarekê de Balyozê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino roja 22ê Îlona 2021ê li Hewlêrê diyar kiribû: “Hikûmeta Amerîkayê zêdetirî milyonek dolar ji bo pêşvebirina sektora çandiniya Herêma Kurdistanê dabîn kiriye, ev wê wisa bike ku sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê zêdetir geş bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin