Amerîkayê dorpêçên nû li ser Hamas û Pasdarên Îranê sepand

Amerîkayê dorpêçên nû li ser Hamas û Pasdarên Îranê sepand

PeyamaKurd – Wezareta Xezîne û Darayî ya Amerîkayê, li ser Hamasê û Supaya Pasdarên Îranê û aliyên bi wan re têkildar dorpêçên nû eşkere kirin.

Di lîsteya dorpêçan de, rayedarekî Hamasê û endamên Supaya Pasdarên Îranê cî digirin.

Li gorî biryarê, kes û saziyên ji dorpêçên ser Hamas û Pasdarên Îranê direvin hatine hedefgirtin û fonên wan aliyan têne qutkirin.

Hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê jî kompaniyeke bi Hamasê re têkildar di nav dorpêçan de cî digire.

Wezaretê daye xuyakirin, nûnerê Hamasê yê li Tehranê dimîne û tevî welatiyekî Urdinî rayedarên Supaya Pasdarên Îranê jî têne cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin