PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serok Barzanî hatin ragihandin, îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Zanîngehên Navdewletî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser rewşa zanistî û rola zanîngehan a li herêmê nirxandin hatine kirin.
Hat ragihandin ku di şanda akademîk de Serokê Encûmena Zanîngehên Navdewletî Dr. Orhan Hikmet Azîzoglu, Serokê, Serokê Zanîngeha Selahedîn Dr. Karwan Yûnis, Serokê Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê Dr. Îdrîs Mihemed Tahir, Serokê Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî Dr. Nûredîn Îsmaîl, Serokê Zanîngeha Soranê Dr. Şêrwan Şerîf Qurtas û Serokê Zanîngeha Bayan Dr. Ehmed Dizeyî cih girtine.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de şanda mêvan di derbarê rewşa zanîngeh û navendên akademîk û asta pêşkeftina zanistî ya li Herêmê de kurteyek pêşkêş kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku şandê pêzanînên xwe ji bo coş û peroşa Serok Barzanî ya di sih salên derbasbûyî de nîşan da ku her tim piştevanê zanîngeh û navendên akademîk ên Herêma Kurdistanê bûye.
Her wiha hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser rola zanîngehan û navendên zanistiyê ya di pêşxistina rehendên cur bi cur ên civaka Kurdî û bilindkirina asta têgihîştin û perwerdekirina takekesî de gotûbêj hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin