ANSyê ragihand ku li dijî Minbicê êrîs pêk anîne

ANSyê ragihand ku li dijî Minbicê êrîs pêk anîne

PeyamaKurd – Komên bi ser Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ragihand ku li dijî Minbicê ya di bin kontrola HSDyê de dest bi operasyonê kirine. Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê jî ragihand ku gundên Minbicê tên bombebarankirin. 

Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) ya ku Tirkiyeyê piştgiriya wê dike daxuyand ku wan êrîşî Minbicê kir ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Fermandariya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ve li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, bang li gelê sivîl hat kirin ku xwe ji baregehên leşkerî yên HSDyê dûr bixe. 

Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê: Gund tên bombebarankirin

Li aliyê din medyaya nêzî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku komên bi ser Tirkiyeyê ve bi çekên giran gundên kantona Minbicê bombebaran dikin.

Li gorî nûçeyê, 37 obus û hawan li gundê Kawklî, 2 li gundê El Seyada, 6 li gundê Ewn El Dadat, 1 li gundê El Hesen, 2 li gundê El-Hoşeriye û 8 topên hawanê li gundê El Cat ketine. Her wiha gundên Ebû Kehf, Muqbla, Ebû Mendil El Teyha û Um Temax bi 40 topên hawanê hatine bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin