Kurdistan | 6 wefat û 353 pêketîyên din hatin tomarkirin

Kurdistan | 6 wefat û 353 pêketîyên din hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, 353 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 353 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 162 kes li Hewlêrê, 87 kes li Silêmaniyê, 82 kes li Duhokê, 18 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes jî li Raperînê ye û 201 kes jî baş bûne ku ew jî 75 kes li Hewlêrê, 53 kes li Silêmaniyê, 65 kes li Duhokê û 8 kes jî li Germiyanê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 113457 kesan, ya mirinan bû 3574 kes û heta niha 105884 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin