PeyamaKurd - Artêşa Sûriyê gundê Et-Tah ê ku 45 kîlomtre dikeve herêma ku ragêşî lê tê kêmkirin, kontrol kir.
Ji Artêşa Sûriyê Albay Munzer Daşer ê ji çapemeniyê rûsî re got, “Milîtan di êrişa li dijî gund û bajaran berdeam dikin. Di rojên borî de hewil dan bi rêya bombeyên zindî çalakiyan pêk bînin lê hemû hewildanên êrişkariyê hatin têkşikandin.”
Albay Daşer da zanîn ku gundê Et-Tah ê 45 kîlomtre nêzîkî herêma ku ragêşî lê tê kêmkirin, bi tevahî hatiye kontrolkirin.
Daşer herwiha wesayîteke bombe û teqemenî tê de nîşanî rojnamegeran da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin