PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê hejmarek gundên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê topbaran kir.
Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê îro danê sibê rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê topbaran kir.
Hat zanîn, artêşa Tirkiyê vê sibê gundê Çetliyê li rojavayê Dirbêsiyê, gundên Cirnikê û Xanîka yên ser bi Amûdê ve û gundê Til Zîwan yê ser bi Qamişlo ve dan ber topan.
Herwiha hat ragihandin, di wan êrîşan de ziyanên madî derketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin