PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê piştî 17 mehan ango piştî êrîşa ser Girê Spî û Serê Kaniyê cara yekem bi balafirên şer êrîşeke din bir ser Rojavayê Kurdistanê û hêzên Sûriye Demokratîk.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, doh balafireke şer a artêşa Tirkiyê hêzeke HSDê ya li gundê Sayda yê bajaroka Eyn Îsayê kiriye armanc.
Hêjayî gotinê ye ev demek e êrîşên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Eyn Îsayê zêde bûne û di navbera wan û HSDê de şer rû dide.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) piştrast kiriye ku şerekî dijwan di navbera herdu aliyan de rû dide û herî dawî HSDê tankeke komên çekdar ruxandiye ku pêşveçûna çekdaran zehmet bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin