Dewleta Tirkî, do derdora saet 10ê şevê de bi çekên giran êrîşî gundê Erîda, Wesome, û Sewami Qizelî yê girêdayî rojavayê Girê Spî kirin.
Piştî wan gundan, Tirkiyê êrîşên xwe berfireh kirin û gundên Kopirlik, Huriye, Cirin û gelek gundên din jî topbaran kirin. Li gel topbaranê jî, bombeyên şewqê avêtin.
Di encama topbaran de agir bi zevî û malên sivîlan ket.
Beriya 2 rojan jî dagirkeran gundê Erîda û Bîr-kêtik yên Girê Spî topbaran kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin