PeyamaKurd – Ajansa SANAyê ragihand ku Fermandariya Artêşa Sûriyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa korona di nava artêşê de, dest bi standina tedbîran kiriye û Hikûmeta Sûriyê jî dest bi cîbicîkirina hin tedbîrên ji bo xweparastina ji koronayê kir.
Fermandariya Artêşa Sûriyê ragihand ku wan kombûnên di nav artêşê de qedexe kirine û rênimayên tendirustiyê di nav leşkeran de belav kirine û li nexweşxaneyên leşkerî jî tedbîrên pêwîst hatine standin.
Hikûmeta Sûriyê biryar da, ji îro Yekşemê ve dewama wezaretan û hemû dezgehên girêdayî hikûmetê were rawestandin.
Tenê dewama wan dezgehên rasterast pêwendiya wan bi sektora xizmetkirina welatiyan heye, wê berdewam be.
Herwiha hemû bazar û çalakiyên rewşenbîrî û civakî têne girtin û rawestandin û tenê dê dukanên madeyên xwarinê û dermanxane û navendên tendirûstiyê vekirî bimînin.
Herwiha bo yekem car di dîrokê de, mizgefta Umewî ya Şamê ku mizgefteke dîrokî ye, deriyên xwe girtin û êdî nimêj tê de hate qedexekirin.
Heta niha hikumeta Sûriyê dibêje, ti kes li welatê wan bi vîrusa koronayê neketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin