Ehmed: Diviya bû me li Efrînê bi Tirkiyê re li hev bikira û nehista ser çêbe

Ehmed: Diviya bû me li Efrînê bi Tirkiyê re li hev bikira û nehista ser çêbe

PeyamaKurd - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand ku wan dikarî derbarê Efrînê de biryareke din bida û rê li ber şer bigirta ku çareseriyeke siyasî hatiba pêkanîn.

Hevseroka MSDê Îlham Ehmed, di hevpeyvîna ligel Ahvalê de behsa herêma ewle û Efrînê kir.

Îlham Ehmed li ser mijara vegera penaberan got, xelkê herêmên di bin kontral Hêzên Sûriya Demokratîk de ne û peywendiyên wan ligel DAIŞê nîne dikarin vegerin cihên xwe.

Ehmed li ser planên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku ew dixwaze demografî û dîroka herêmê biguherîne û ew helwesteke nerast e, û li koçberên Efrînê bicih kirin û tiştên ku li Efrînê kirin dixwazin li herêma jêr kontrola HSDê dubarê bike.

Îlham Ehmed li ser pirsa “ji sala 2011an ve berpirsên Rêveberiya Xweser hîç ji biryareke ku dane poşman bûne hene?” jî wiha axivî:

“Ew biryarên ku me dan, gelek ji wan rast bûn, lê belê li Efrînê divê me rê li ber hinek şeran bigirta. Pêwîst bû me çareseriyeke siyasî ji bo wê bidîta. Ji bo ku bi hezaran kes nebûya koçber, divê me ligel Tirkiyê kar bikira, lê belê hêzên navdewletî yên ku li wê derê bûn, ji yên rojhilatê Firatê cuda bûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin