PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundewarê Dêrazorê êrîş birine ser wesayîteke leşkerî ya HSDê û di encamê de 3 şervan birîndar bûne.
Piştî vê bûyerê Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku piştevaniya HSDê dike, hêzeke bi rêya asmanî daxist gunderwarê Dêrazorê.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê SOHRê jî derbarê bûyerê de ragihand, doh du çekdarên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê êrîşî ser wesayîteke leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li nêzîkî kargeha Gazê li bajarokê Cidîdat Egîdat kirine û di encamê de 3 şerveanên HSDê birîndar bûne.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku hevdem hêzên HSDê ketine duv wan çekdaran û li nêzîkî bîra Konîko ya Gazê teqe li wan kirine û 2 ji DAIŞîyan birîndar bûn û hejmarek jî hatin desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin