PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ji bo dermanê ku welatî bo Korona bikartînin hişyarî da û ragihand, bila kes bi serê xwe dermanên giyayî bo nexweşiya Koronayê bikar nîne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir da zanîn, bi qasî ku haya me jê heye hinek kes hinek dermanên giyayî bo nexweşiya Koronayê bikar tînin û bazirganî bi wan dermanan dikin. Ev metirsîdar e.
Dr. Mihemed Qadir her wiha got, heta niha di warê zanistî de tiştekî wisa nehatiye îsbatkirin ku dermanên giyayî bo nexweşiya Koronayê baş in, ji ber wê jî bila ti kes bi serê xwe vê yekê neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin