PeyamaKurd – Heyeta Haşdî Şabî piştî xwepêşandana grûba Rabîûllahê ya îro ragihand ku wan ti xwepêşandan nekiriye û tenê fermana artêşa Iraqê û bi koordinasyona Fermandariya hêzên Çekdar ya Iraqê tevgeriyane.
Di beyanê de nehat gotin bê grûba Rabîûllah bi Haşdî Şabî ve girêdatiye an na. Mîlîsên li Bexdayê derketibûn kolanan xwepêşandna kiribûn û serokwezîr Mustafa Kazimî tehdîd kiribûn. Rabîûllah bi erebeyên fermî û cil û bergên fermî derketibûn kolanan û di bajêr de xwepêşandan kiribûn. Mîlîs bi pankartên ‘wextê jêkirina guhên Kazimî hatiye’ xwepêşandan kiribûn. Di destên mîlîsan de roket, sîlih û cihaz hebûn. Hem xwepêşandêr ji Kazimî xwestibûn ku para Kurdistanê ji budçeyê de nê şandin.
Nayê zanîn bê grûba Rabîûllah di bin fermana kê de ye lê di sala 2015 an de di 17 ê cotmehê de li Bexdayê êrîşê gelek deveran kiribû û agir berdabû baregeha PDK ê ya Bexdayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin