PeyamaKurd – Ji Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li Rojhilata Navîn hat ragihandin, ku NATO wê payîzê baregeheke eskerî li Iraqê damezirîne.
Li gorî nûçeya Rusia el Yewmê, Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel ragihand ku rola sereke ya vê baregehê dê perwerde be.
Joseph Votel: “Vekirina vê baregehê dê bandorê li pêşxistina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û çaksaziya li pişka ewlehiyê bike.
Beriya niha çavkaniyeke eskerî ya Iraqî ragihandibû ku hêzên NATOyê ku derbasî Iraqê dibin wê baregehekê damezirînin û dê 250 hêz û rahênerên eskerî, maşînên eskerî, zirxî, helîkoptêr û balafirên bêmirov têde bi cih bibin.
Avakirina vê baregehê di dawîya îsal de kuta dibe û armanca wê jî pêşxistina perwerdekirina hêzên Iraqî ye, alîkariya bo xurtkirina nijyara ewlehiya netewî û damezirandina perwerdegehên eskerî yên nû li Iraqê ye.
Herwiha sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihandibû ku komeke pisporan bi rêberiya Kanadayê ji bo perwerdekirina hêzên Iraqî pêk hatîye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin