3 sal berê hat kustin | Qasidê Astiyê bi rêzdarî tê bibîranîn

3 sal berê hat kustin | Qasidê Astiyê bi rêzdarî tê bibîranîn

PeyamaKurd - Bizavkarê mafên mirovan û Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî rojeke wekî îro 28ê Mijdara 2015an li ber Minareya Çarling a Diyarbekirê dema li dijî şer û tunekirina dîrokê daxuyanî dida, bi guleyekê hat kuştin.

Kurdan qasidê xwe yê aştiyê û dilsoz û têkoşerê maf û azadiyan Tahir Elçî ji bîr nekir.

Di sêyemîn salvegera kuştina Elçî de, 'Qasidê Aştiyê' Tahir Elçî di nav Kurdan de bi rêzdarî tê bîranîn û  peyamên bîranînê û nahletlêanîna qesasên wî tên dayîn.

Doza kuştina Tahir Elçî tevî ku 3 sal derbas bûn û delîlên kuştina wî bi vîdyoyan hatibûn tomarkirin û bûyer li ber çavê medyayê qewimî bû jî hîn nehatiye eşkerekirin.

Parêzerên Amedê yên ku doza Elçî ji nêzîk ve dişopînin didin xuyakirin ku dadger û dozger jî dizanin ew bi guleya polîsan hatiye kuştin, lê wekî hemû kuştinkariyên failê wan meçhûl naxwazin qesasên Elçî îfşa û ceza bikin.

Çalakiyên bîranîna Tahir Elçî îro 28ê Mijdarê li Amedê destpê dikin û dê bi pêşengiya Baroya Amedê 3 rojan berdewam bikin. Herwiha hat ragihandin ku dê li Amedê meşek ji bo Elçî were lidirxastin û li ber Minareya Çarling jî merasîma bîranînê were kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin