Îran mudaxeleya bi hilbijartinan înkar dike

Îran mudaxeleya bi hilbijartinan înkar dike

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Behram Qasimî gotinên Amerîkayê red kir ku wê mudaxele bi hilbijartinên qismî yê kongreya Amerîkayê bikin.

Ragihandina Qasimî di ser malpera înternetê ya fermî ya wezareta karên derve de hat kirin. Qasimî got ku siyaseteka Îranê ku têkilî karên hundir yê dewletekî bibe tine ye. Qasimî li ser gotina serokê Amerîkayê Trump ku gotibû ‘ Îran bi mijarên navxweyî meşxûle û ew çend qelse ku nikare bi mijarên herêmî meşxûl bibe” bibîr anî û got ku Îran madem ew çend bi mijarên navxweyî meşxûle, çawa dibe ku mudaxeleyê hilbijartinên Amerîka dike.

Rêvebirê îstîxbarata Amerîkayê, wezareta bergiriyê, wezareta dadê û FBI roja înê peyamek hevpar dabûn û Çîn, Îranû Rûsyayê bi mudaxeleya hilbijartinan tewanbar kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin