Bo avadankirina Singalê 7 mîlyar dînar hat veqetandin

Bo avadankirina Singalê 7 mîlyar dînar hat veqetandin

PeyamaKurd- Qeymeqamê navçeya Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku 7 mîlyar dînar bo avadaniya Şingalê  hatiye texankirin û ev pere têra avakirina Şingalê nake ji ber ku di Şingalê de gelek tişt hatine wêrankirin. Mehma Xelîl got ku li dora deh milyar dolar zerar gihaye Şingalê lê parêzegeha Mûsilê tenê 7 mîlyar dînar daye bo avakirina wê.

Qeymeqam di dewama axaftina xwe de got divê ev rêje bê zêdekirin û Şingal ava bibe da xelkê ji Şingalê derketine, bikaribin dagerin ser av û axa xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin