PeyamaKurd – Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji endamên partiya xwe xwest ku, heçku her kêlî hilbijartin heye xebatên xwe bidomînin.
Li gorî rojnameya bi navê Tirkiye ku nêzîkî Partiya Dad û Geşdadanê (AKP) Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi şaredarên navçeyên AKPyî yên Stenbolê re civiya.
Di civînê de Wezîrê Derve Suleyman Soylu, Wezîrê Bajarvanî û Avadankirinê Murta Kurum, Wezîrê Darayî û Xezînê û Berat Albayrak û Cîgirên AKPê Mehmet Ozhasekî û Çigdem Karaslan jî amade bûn.
Erdogan derbarê hilbijartinên Stenbolê de axivî û gotiye, “YSKê hêj biryara xwe ya dawiyê nedaye. YSKê çi biryarê bide, me qebûl e lê hûn dîsa jî wekî ku her dem em ê biçin hilbijartinan bixebitin.”
Serokomarê tirk Erdogan di wê civînê de destnîşan kir ku, di serkeftina wan de keda dengdêrên kurd ên rojhilat û başurê rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) zêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin