PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Bruno Aubert û şanda pê re kir û di hevdîtinê de, fikar û nîgeraniya xwe li hember rewşa kurdan li Sûriyê nîşan da.
Di hevdîtinê de ku konsûlê Fransa li Hewlêrê, Olivier Decottingnes jî amade bû û di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, ya Rojhilata Navîn û aloziyên Iraqê hatin axaftin.
Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û guhertinên hevkêşeyên siyasî û meydanîyên li rojhilatê bakurê Sûriye hat kirin û di vê derbarê de her du aliyan dilgiraniya (fikarên) xwe li ser egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û herwiha paşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê nîşan dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin