Gotinên Amerîkayê li hev dernayên

Gotinên Amerîkayê li hev dernayên

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump berê ragihandibû ku hevdîtina bi serokê Koreya Bakûr re ku wê di 12 ê hezîranê de çêbibûya hatiye betalkirin.

Lê Trump îro bi rojnamevanan re civîneka çapemeniyê lidarxist û ragihand ku hevdîtinên bi Kore re dewam dike û dibe ku hevdîtin weka berê çawa hatibû plankirin, bimeşe.

Gotinên Trump yên îro herkesî li hev şaş kir. Herkes hêviya xwe ji hevdîtinê birîbû. Trump ji rojnamevanan re weha got:

“Em ê bibînin dê çi bibe. Em niha bi wan re diaxifin. Dibe ku di 12 ê mehê de be. Em dixwazin vêya bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin