PeyamaKurd- Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî di van 9 rojên dawî de 6 caran li ser rojeva Sûriyê civîn pêk anî.
Di civînê de Amerîka û Rûsyayê li ser Reqqayê hevdû sûcdar kirin. Nûnerê Rûsyayê Vassily Nebenzia got ku Amerîkayê Reqqa kambax kir. Bajar bûye kavil û di binê xaniyên ketî de gelek laşê insanan hene. Ji laşê insanan çiya çêbûne.
Nûnerê Amerîkayê Kelley Currie jî got ku Rûsyayê ev civîn xwest. Rûsya dixwaze ku balê ji ser zilman Esed buguherîne. Em hemî sûcdarkirinên Rûsyayê red dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin